Li gorî Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul- Beytê (s.x) – ABNA – Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê li ser aloziyên vê dawiyê yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bersiv da pirseke Rûdawê û got, “Em piştgiriya diyaloga Hewlêr û Bexdayê dikin.”
Wî berdevkî ragihand ku Washington piştgiriya çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera her du aliyan de dike ku bi rêya diyalogê û li gorî Destûra Îraqê be.
Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Birêvebirê Ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde re got:
"Amerîka piştgiriya Îraqeke xwedî serwerî, yekgirtî û federal dike. Her wiha di çarçoveya Îraqê de piştgiriya Herêmeke Kurdistanê ya aram û halxweş dike.
Em piştgiriya çareserkirina pirsgirêkên hilawîstî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de dikin ku bi rêya diyalogê be û bi Destûra Îraqê re bigunce."
Biryarên Elî Zeydî û berteka PDK û YNKyê
Ev helwesta Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di demekê de ye ku sêşemê 24ê Çiriya Paşîn a 2026an Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî rêzebiryar derxistin.
Ew biryar ji bo kontrolkirina deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û birêvebirina hejmarek qadên petrolê ji aliyê Wezareta Petrolê ya Îraqê ve bûn.
Vê yekê jî nerazîbûna Hewlêrê li pey xwe anî.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di daxuyaniyeke hevbeş de biryarên Zeydî yên ji bo kontrolkirina qadên petrolê û deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve şermezar kirin.
Her du partiyan ew gavên hikûmeta Îraqê wekî binpêkirina mafên destûrî û derbaskirina "xeta sor" bi nav kirin.
Wan li şûna "biryara yekalî", tekezî li ser "diyalogê" kir.
Xwenîşandana li Hewlêrê û civîna çar serokatiyan
26ê Çiriya Paşîn, bi hezaran kesan li Hewlêrê li dijî biryarên Bexdayê xwenîşandan kir û ew gavên Bexdayê wekî binpêkirina mafên destûrî bi nav kirin.
Her çar serokatiyên Îraqê (Serokwezîr Elî Zeydî, Serokkomar Nizar Amêdî, Serokê Parlamentoyê Heybet Helbûsî û Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê Fayîq Zêdan) li hev kiriye ku 1ê Kanûna Pêşîn a 2026an ji bo çareserkirina krîzê civîneke diyaloga niştimanî li dar bixin.
………
Dawiya Peyam/
Your Comment